Li ser sînorê Urdin û Sûriyê ser derket

Li ser sînorê Urdin û Sûriyê ser derket

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li ser sînorê Urdin-Sûriye di navbera komeke çekdar a madeyên hişbir û çek derbasî Urdinê dikir û hêzên parastina sînor ên Urdinê de şer derket.

Ajansa Nûçeyan a Urdinê, bi zarê çavkaniyên leşkerî ragihandiye ku îro 18ê Kanûnê sibehê li ser sînorê bakur şer di navbera hêzên parastina sînor ên Urdinê û komeke çekdar de rû da.

Hatiya diyarkirin, di encamê de hewldana qaçaxçîtiya miqdareke mezin a madeyên hişbir, çekên otomatîk û moşek hatiye têkbirin.

Li gorî nûçeyê ew koma çekdar ber bi Sûriyeyê ve hatiye dehfdan û di şer de hejmarek endamên hêzên parasatina sînor ên Urdinê jî birîndar bûne.

Çavkanîya leşkerî ya Urdinê daye zanîn, di rojên dawî de ji ber hewldanên derbaskirina sînor û qaçaxçîtiyê ji aliyê komên çekdarên Sûriyê ve, pevçûn zêde bûne û ji bilî kuştina hejmarek çekdaran endamekî hêzên sînor ê Urdinê jî can daye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin