Iraq | Berpirsek û 16 karmend ji ber strana Sedam ji kar hatin dûrxistin!

Iraq | Berpirsek û 16 karmend ji ber strana Sedam ji kar hatin dûrxistin!

PeyamaKurd – Wezîrê Gihandinê yê Iraqê Rezzaq Muheybes Es-Sadawî, bi sedema ku di merasîmekê de straneke pesnê dîktatorê berê yê Iraqê Sedam Huseyîn, daye guhdarîkirin Berpirsê Giştî yê Kompaniya Rêhewayê yê Iraqê Abbas El-Beyzani ji kar dûr xist.

Sadawî, Abbas El Beyzanî û 16 karmendên kompaniya rêhewayê ji bo 60 rojan, heta lêpirsîna wan encam bide, ji kar dûr xistin.

Hate diyarkirin ku kesên ji kar hatine dûrxistin, dema merasîma Roja Cîhanê ya Rêhewayê de, straneke pesnê Sedam Huseyîn dide dane guhdarîkirin.

Hate ragihandin ku dê encama lêpirsîna komîteyê li ser wan kesan ji Wezîrê Gihandinê re bê pêşkeşkirin û biryara dawî li ser wan bê dayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin