PeyamaKurd – Piştî çend salên ku têkiliyên dîplomatîk ên Tirkiye-Îsraîlê rawestiyabûn, hat ragihandin ku Tirkiyê di çarçoveya asayîkirina pêwendiyên ligel Îsraîlê de, Wezîrê Enerjiyê yê Îsraîlê Yuval Steinitz bo Komcivîna Dîplomasiyê ya Antalya vexwendiye.
Li gorî çavkaniyên medya tirk, Tirkiye niha hewil dide ligel Misirê têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re jî ji nû ve baş bike û di wê çarçoveyê de jî wezîrê îsraîlê bo Forûma Antalya ya Dîplomasiyê hatiye vexwendin ku di di rojên 18-20ê Hezîranê de li dar dike.
Hêjayî bibîrxistinê ye, 4 sal in têkiliyên dîplomatîk ên Îsraîl-Tirkiyê rawestiyabûn ku piştî wê ev yekem vexwendina rayedarekî bilind ê Îsraîlê bo Tirkiyê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin