Ji sererkanê Rûsya yekem daxuyaniya serhildana Wagnerê

Ji sererkanê Rûsya yekem daxuyaniya serhildana Wagnerê

PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Sergey Şoygu ku di serhildana Koma Wagner a leşkerên kirêkirî ya 24ê Hezîranê de, karvekêşana wî hatibû xwestin, piştî wê serhildanê cara yekem daxuyanî da.

Li gorî nûçeya ajansa Sputnik a rûsî Sergey Şoygu, serhildana Wagnerê wekî hewldaneke têkdana aramiyê nirxand û got, “Ev plan bi taybet jî ji ber dilsoziya sonda xwe ya artêşa Rûsya û personelên leşkerî bi ser neket.”

Herwiha Şoygu diyar kiriye ku ti bandora serhildana Wagnerê di şerê berdewam ê Ukraynayê de çênebûye û erkên xwe berdewam kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin