Li Amerîkayê êrîsa bi çekan: 22 mirî!

Li Amerîkayê êrîsa bi çekan: 22 mirî!

PeyamaKurd – Di êrîşa çekdarî ya li eyaleta Maine ya Amerîkayê de, herî kêm 22 kes hatin kuştin bi dehan kes jî birîndar bûn.

Polîsê Maine diyar kir, li bajarê Levistonê li 3 herêmên cuda ji ber gumanbarekî nenas gule berdane mirovan û 22 kes mirin û nêzî 60 kes jî birîndar bûn.

Şaredarê Auburnê Jason Levesque di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji ber bûyerê dibistan hatine girtin û rayedar li gumanbarê êrîşa çekdarî ya li Lewiston digerin.

Wekî din, Ofîsa Şerîf a wîlayeta Androscoggin du wêneyên gumanbarê ku di pozîsyona gulebaranê de ye û tivingek di destê wî de ye li ser medyaya civakî parve kir û bang li niştecihên herêmê kir ku alîkariyê bidin naskirin û girtina wî.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin