PeyamaKurd - Serokê Tora Mêşvanên Herêma Kurdistanê ragehand, îsal li Herêma Kurdistanê 350 tonên hingivînî hatine berhemanîn û li van nêzîkan hinardeyî derve tê kirin.
Serokê Tora Mêşvanên Herêma Kurdistanê Arif Şêrwanî ragihandiye ku di sala borî de, berhemê hingivînî nêzîkî hezar û 100 tonan bû ye, lê berhemê hingivînî yê îsal kêm bûye û îsal 350 ton hingivînî hatine berhemanîn.
Arif Şêrwanî balê kişand ku demdirêj barîna baranê buye sedema wê kêmbûyîna hingivîn û da zanîn ku wan bi rêvebirên hikumeta Herma Kurdistanê re, çendî civîna kirine ku hingivê Kurdistanê, ji bo welatên din bê hinarde kirin û rayedarên hikûmetê jî amadebûna xwe ji bo rê xweşkirina daxwazên hilberînkarên hingivîn ragihndi ne.
Pêşbînî te kirin ku di demeke nêzîk de hinardekirina hingivîn dest pê bike.
Serokê Tora Mêşvanan got, “Wekî pareke nerîna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hemerengkirina aborî û piştevanîkirina kertê çandinê, Tîma Nivîsîngeha Serokwezîrî bi hevahengiya Wezareta Çandinê û Çavkaniyên Avê di Çileya îsal de lêkolîneke baş ji bo hingivînî kir û wekî yek ji berheman ji bo hinardekirinê di îsal de hilbijart. Tîma Nivîsîngeha Serokwezîrî bi hevpariya kompaniyeke navxwe ji bo peydakirina mêşvanan û bazarên navdewletî ji bo hingivînê Kurdistanê kar kir”.
Li gor zanyarên Tora Mêşvanên Herêma Kurdistanê, nêzî 15 hezar mêşvanan li Herêma Kurdistanê hene. Arif Şêrwanî amaje da ku wekî mêşvan tevlî zêdekirina berhemê navxwe û hemerengkirina wî bûne û ew jî wekî pilana kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin