PeyamaKurd - Walîtîya bajarê Mûşê ya li bakurê Kurdistanê ragihand ku heta 15 rojan hemû cûre meş, çalakî û daxuyanîyên rojnamevanîyê hatine qedexekirin.
Walîtîya Mûşê amaje kir ku biryara qedexeya çalakîyan bi sedema ku dê ‘çalakîyên provokatîf bihên kirin’ hatîye wergirtin. Walîtîyê di daxuyanîya xwe da dîyar dike ku heta 15 rojan hemû cûre çalakîyên weke meş, çalakî û daxuyanîyên rojnamevanîyê heta 15 rojan hatine qedexekirin.
HDP LI MÛŞÊ ÎTÎRAZ KIRIBÛ
Li gorî daneyan AAyê di hilbijartinên herêmî yên 31ê adarê da li Mûşê namzedê Tifaqa Cumhur Feyat Asya %34.83yê dengawan wergirt, namzedê HDPê Sirri Sakik û Sibel Genc %33.49an wergirtîye.
Ji ber ku li Mûşê 2 hezar û 500 deng nehatine hesbinadin, HDPê îtîraz kiribû ku deng ji nû ve bihên jimartin.
'EM DI VAN ŞERT Û MERCAN DA ÇÛNE SER SINDOQAN'
Ji alîyê din ve namzedê HDPê yê şaredarîya Mûşê Sirri Sakik li ser hesabê xwe yê Twitterê vîdeoyek parve kir ku tê da hejmareke mezin a hêzên bçekdar dixuyên. Sakik di peyama xwe da dibêje, “Cih: Sazîya Bilinad a Hilbijartinan a Mûşê. Duh em di şert û mercên wiha da çûne ser sindoqan.”
Yer: Muş Merkez İlçe Seçim Kurulu
— sırrısakık (@sakiksirri) 1 Nisan 2019
Dün işte bu koşullarda seçim mücadelesi verdik.#MuşaDikkat pic.twitter.com/7P5eYWJCf6
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin