PeyamaKurd- Welatiyek bi navê Hasan Barak ku 83 salî ye û li Diyarbekirê dijî 10 sal in li ser singa xwe Ala Kurdistanê daniye û bêyî Ala Rengîn jî qet dernakeve. Hasan Barak dibêje wî Alaya Kurdistanê daniye ber dilê xwe ku bide nîşan Alaya Kurdistanê ya rengîn û binirx dilê Kurdan e.
Li gorî nûçeya K24 ê, Hasan Barak di sala 1936an de li navçeya Licê ya girêdayî Diyarbekir hatiye dinê û niha temenê wî bûye 83. Hasan Barak tevî temenê xwe yê zêde û tevî êş û azarên jiyanê hîn jî kelecanên xwe û rihê xwe yê netewperwer diparêze û xwedî li hemû nirxên neteweyî yên Kurdistanê derdikeve ku yek ji wan nirxan di jiyana wî ciheke girîng û teybet digire.

Welatparêzê Diyarbekirî her dem ber bi kuderê ve biçe bila biçe Alaya Kurdistanê bi xwe re dibe. Hasan Barak ji Roja ku 17ê Berfanbarê bûyî Roja Alaya Kurdistanê ve Alaya Kurdistanê bi singa xwe ve kiriye û biçe kuderê Ala Rengîn li ser dile wî ye. Barak dibêje Alaya Kurdistanê bûye wek parçeyek ji laşe wî bêyî alê sebra wî nayê.
Hilgirê Ala Kurdistanê Hasan Barak got: "Dema ku Serok Mele Mistefa Barzanî ji Sovyetê vegeriya Başurê Kurdistanê wê demê ez bi Alaya Kurdistanê hesiyam. Parlementoya Kurdistanê jî 17ê Berfanbarê wek Roja Alaya Kurdistanê ragihand. Ji wê rojê pê de jî ez vê Alayê li ser singa xwe digerînim. Ez biçim Enqerê, Stenbolê, Meclisa Tirkiyeyê bi xwe re dibim."
Hasan Barak dibêje Ala Kurdistanê yek ji nasnameyên hêja ya neteweyî ye bo Kurdan û derdora wî jî dibêjin Ala Kurdan bo Hasan Barak buye nasname ku herkes wî bi wê alaya ser singa wî dinasin û dibêjin teybetmendiya wî ya herî berçav welatparêziya wî û camêriya wî ye.
Hasan Barak dibêje di temenê wî yê 83 salî de jiyanê nîşanî wî daye ku bo Kurdan yekîtiyek neteweyî û rasteqîn pêwîst e ji bo çareseriya pirsgirêkan û her wiha ev yekîtî jî di bin siya Alaya Kurdistanê de pêkan e û divê hemu Kurd xwedî li ala xwe derbikevin û rêzê lê bigirin.
Hasan Barak dibêje: "Ez her dem Alaya Kurdistanê diparêzim û Parlementoyê jî 17ê Berfanbarê wek Roja Alaya Kurdistanê ragihandiye, ez jî spasiya Parlementoya Kurdistanê dikim."
Hasan Barak dibêje ev deh sal in ew Ala Kurdistan li ser singa xwe ango li ber dilê xwe hildigire. Wateya wê jî ew e heta ku dilê mirovan diavêje mirov zindî ye û heta ku ala Kurdistanê heye dê neteweya Kurd jî zindî bimîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin