Serokomarê Tirkiyê Erdogan, Adil Ebdulmehdî pêswazî kir

Serokomarê Tirkiyê Erdogan, Adil Ebdulmehdî pêswazî kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmedî bi serdaneke fermî li ser vexwendina Tirkiyê gihîşt Enqerê.

Ebdulmehdî li Koşka Serokomariya Tirkiyê ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve hat pêşwazîkirin.

Li gorî ragihandina medya tirk, dê piştî civîna heyetên herdu welatan Erdogan û Ebdulmehdî li demjimêrên şevê civîneke çapemeniyê li dar bixin.

Hat ragihandin ku dê Erdogan xwarineke fermî ya fitarê bide Ebdulmehdî û şanda Iraqê.

Li gorî zanyariyan dê mijarên têkoşîna dijî terorê, ji nû ve avadankirina Iraqê, bazirganî, enerjî û hevkariya bi giştî ya Tirkiye-Iraqê di vê serdanê û hevdîtinan de bên gotûbêjkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin