PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, bi peyamekê kêfxweşiya xwe ji Emmanuel Macron re ji bo dîsa weke Serokê Fransayê hat hilbijartin nîşan da û hêviya xêr û xweşiyê ji bo gelê Fransayê xwest.
Serok Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û diyar kir: “Ez bi dubare hilbijartina birêz Emmanuel Macron ji bo Serokatiya Fransayê kêfxweş im. Hêviya xêr û xweşiyê ji bo gelê Fransayê dixwazim.”
Serok Barzanî herwiha eşkere kir: “Hêviya me ew e ku pêwendî û dostaniya navbera gelê Kurdistanê û gelê Fransayê her bi hêz bimîne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin