PeyamaKurd – Nûnerê Yekîtiya Ewropayê yê Kurdistanê Dilawer Ajgeyî êrîşa ser Ala Kurdistanê ya roja 29ê Çileya 2018an ku ji aliyê çend Kurdên xwenenas ve hatibû kirin, şermezar kir û got, “Ala Kurdistanê xeta sor a hemû Kurdan e.”
Îro 2yê Sibatê Kurdên ji gelek welatên Ewropayê li Brukselê hatin ba hev û êrîşa 29ê Çileyê ya bi ser Ala Kurdistanê û Nûnertiya Kurdistanê ya YEyê şermezar kirin. Herwiha Kurdan serdana nûnertiyê kir û piştgiriya xwe bo nûnertiya Kurdistanê û Ala Kurdistanê nîşan dan.
Nûnerê YE yê Kurdistanê Dilawer Ajgeyî ji K24ê re ragihand ku êrîşa daxistina Ala Kurdistanê û nûnertiyê ji nayê qebûl kirin û got, “Ala Kurdistanê xeta sor a hemû Kurdan e. Êrîşê em hemû xemgîn kirin.”
Ajgeyî diyar kir ku Ala Kurdistanê Ala hemû Kurdan e û destnîşan kir, “Pêşmerge bi xwîna xwe bergiriya Ala Kurdistanê dike. Hemû Kurdên Ewropayê ji bo xwedîderketina ala Kurdistanê û nûnertiya Kurdistanê li vê derê ne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin