Malikî: Ne hewce ye qala hilwesîna parlamentoyê bibe

Malikî: Ne hewce ye qala hilwesîna parlamentoyê bibe

PeyamaKurd- Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî, daxuyaniyek da û pêvajoya siyasî ya Iraqê nirxand. Malikî da zanîn ku hewcedarî bi daxwaza hilweşîna parlamentoyê nemaye û divê parlamento dest bi civînan bike.

Li ser qeyrana siyasî ya Iraqê, Nûrî Malikî bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û diyar kir ku dadgehê biryar da ku parlamento nayê hilweşandin û ew jî tê wê wateyê ku hilbijartina pêşwext dê neyê kirin. Malikî got, tenê heger piştî destpêkirina civînên parlamentoyê û pêkanîna hikûmetekê xwedî desthilat be.

Malikî di dewama daxuyaniya xwe de da zanîn ku hêzên siyasî piştgiriya biryara dadgehê kir û pêşniyaza hilweşandina parlamentoyê û hilbijartinên pêşwext red kirin.  Lewra ev mijar di aliyê siyasî, destûrî û dadgehê de yekalî bûye.

Nûrî Malikî eşkere kir ku hewil û pêşniyaz niha ev in ku parlamento çawa bê çalakkirin û di pêkanîna hikûmeteke koalîsyonê de lez bê kirin da ku baştirîn xizmetguzarî bên kirin û aramiya siyasî û emnî pêk were.

Di 7ê Tebaxa 2022yan de giliyê ku ji bo hilweşandina parlamentoyê hatibû kirin, ji aliyê Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê ve hatibû redkirin û hat diyarkirin ku parlamento tenê bi rêkarên destûrî tê hilweşandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin