Îranê red kir ku di ser Rûsyayê re neftê bifirose

Îranê red kir ku di ser Rûsyayê re neftê bifirose

PeyamaKurd - Wezîrê Neftê yê Îranê Bîjen Namdar Zengene ji bo îdiayên ku welatê wî dê ji ser Rûsyayê re neftê bifiroşe got derew in.

Zengene piştî civîna lijneya wezîran bi çapemeniyê ra xeberda û diyar kir ku ew îdia tevda derew in ku welatê wî dê ji ser Rûsyayê re neftê bifiroşe.

Zengene herwisa got ku di Borseya Enerjiyê ya Tehranê de heta niha 280 hezar bermîl neft hat firotin.

Hin çavkaniyan îdia kiribû ku Rûsyayê bi Îranê re peymaneke veşartî kiriye da ku astengkirinên Amerîkayê qul bike. Li gorî vê peymanê Îran dê nefta xwe neqlî rafîneriyên Ûris yên li Deryaya Xezerê bikira û ji dû ra jî wekî ku ya Ûris e, ev neft dê di piyaseyên navneteweyî da bihata firotan.

Rêveberiya Amerîkayê di 8ê gulanê da bi şêweyeke yekalî ji peymana nukleerê vekişiyabû û 90 roj şûnda, wate di 7ê tebaxê da pakêta yekemîn a astengkirinan li dijî Îranê sepandibû. Herwiha rêveberiya Washingtonê dê di 5ê mijdarê da jî pakêta duyemîn a astengkirinan bixe dewrê û dê astengkirinên navneteweyî bide ser şîrketên petrolê yên Îranê yên wekî Şîrketa Neftê ya Neteweyî ya Îranê, Şîrketa Bazirganiya Neftê ya Îranê û Şîrketa Tankêrê ya Neteweyî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin