PeyamaKurd- Wezareta karên hundir ya Tirkiyê duhî bo 31 bajaran qedexeya derketina derve bo rojên şemî û yekşemê ragihandibû. Nûfûsa her 31 bajaran dike 63 mîlyon û 460 hezar kes. Li sernaserê bajaran xelk li pey fermanê diçe û bo xwe ji koronavîrusê biparêze, li malên xwe dimîne.
Kesên ku bi sedema nan an pêdiviyên din mexdûr bibin, pêdviyên wan ji aliyê parêzgehan û qeymeqamiyan de tên temînkirin.
Tenê li hinek bajaran 2 hezar û 756 kes li qedexeyê guhdarî nekirine û pêwendîdar bo wan, kiryarên edlî û îdarî bicîhanîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin