PeyamaKurd - Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya Parlamentoya Kurdistanê di civîneke rojnamevanî de ragihand, eger Seroka Parlamentoyê ji nû ve dest bi rûniştinên parlamentoyê neke û her partiyeke bixwaze parlamento têk bide, ew ê jî piraniya xwe li parlamentoyê bi kar bînin.
Serokê Fraksiyona PDKê li Parlametoya Kurdistanê Zana Mela Xalîd di civîneke rojnamevanî de destnîşan kir, “Hilbijartin mafekî gelê Kurdistanê ye û ne mafê ti aliyekî siyasî ye wî mafî zeft bike. Berî niha em bi Serokatiya Parlametoyê re civiyan û me jê re got ku PDK bi wê yekê re ye hilbijartin di dema xwe ya diyarkirî de bê kirin.”
Zana Mela Xalîd got: “Temenê yasayî yê Komisyona Hilbijartin û Rapirsiyê ya Kurdistanê ji 3/12/2019an ve bi dawî bûye, ji ber wê me daxwaz kir ku fraksiyonên parlamentoyê li serê vê mijarê bicivin. Ji bo aktîfkirina vê komisyonê me nêrîna xwe ragihandiye ku pêwîst e çawa ev komisyon di sala 2013an de hat dirustkirin, her bi wî awayî jî li gor dawî encamên hilbijartinê ku hilbijartina 2018an e be.”
Serokê Fraksiyona PDKê eşkere kir, heta niha PDKê piraniya xwe li parlamentoyê ji bo vê pirsê bi kar neaniye, lê belê dê helwesta wê li hember têkdana rûniştinên parlamentoyê hebe û got, “Hewlêr ne Bexda ye, Parlamentoya Kurdistanê jî ne Encûmena Nûneran a Iraqê ye ku 1/3 ji parlamenteran rûniştinan têk bidin.”
Zana Mela Xalîd da zanîn, pêwîst e rûniştinên parlamentoyê berdewam bin û Seroka Parlamentoyê di zûtirîn demê de bang li parlamenteran bike û rûniştinekê birêve bibe.
Zana Mela Xalîd bi bîr xist, Frakisyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê ji bo ku hilbijartina parlamentoyê di dema xwe ya diyarkirî de were kirin, ne li dijî ti projeya ti partiyeke siyasî ye, lê belê ew daxwaz dikin ku ew bibe bernameya kar û goftûgo li ser bê kirin û ew amade ne li ser xalên hevbeş li hev bikin, ji bo hilbijartin di dema xwe de bê kirin.
Serokê Fraksiyona PDKê dawiyê got: “PDKê tenê carekê piraniya xwe li parlamentoyê bi kar aniye, lê eger Seroka Parlamentoyê ji nû ve dest bi rûniştinên parlamentoyê neke û her partiyek bixwaze parlamentoyê têk bide, wê demê PDK dê piraniya xwe li parlamentoyê bi kar bîne û ew ferzkirina îradeyê ji ti aliyekî siyasî li Parlamentoya Kurdistanê qebûl nake.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin