PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 2yê Adarê di panela “Pirsgirêkên Girîng ên Rojhilata Navîn û Paşeroja Herêma Kurdistanê”de ku di çarçoveya Duyemîn Foruma Hewlêrê de hat sazkirin bang li Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) kir ku vegere nav Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Nêçîrvan Barzanî bal kişand pirsgirêkên di nav hikûmeta Herêma Kurdistanê de ku ev heyamek e wezîrên bi ser Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) ve beşdarî civînên Encûmena Wezîran nabin û got: “Çareserî ne ew e ku em li derveyî hikûmetê bimînin, divê em bi hev re kar bikin û çareser bikin. Divê pişta Serokwezîr bigirin ku bikaribe wê rêkeftina ku heye bicih bike.”
Nêçîrvan Barzanî bang li YNKê kir, “Pirsgirêk bi wê nayê çareserkirin ku alî li derveyî hikûmetê bin û beşdarî civînan nebin. Ez hêvî dikim guh li min bigirin vegerin Encûmena Wezîran.”
Herwiha Nêçîrvan Barzanî diyar kir, ew pêşbinî nakin ku pirsgirêkên heyî yên di navbera YNK û PDKê de rê li ber şerê çekdarî veke û wiha axivî: “Hemû aliyên Herêma Kurdistanê ji mêj ve ev qonax derbas kiriye. Lê nakokiyên navxweyî yên li Herêma Kurdistanê her kes bêzar kiriye.. Eger pirsgirêkên xwe çareser nekin, wê çi bikin? Ji ber vê yekê neçarin ku pirsgirêkên xwe çareser bikin, ji ber ku Herêma Kurdistanê rastî pirsgirêkên dijwartir hatiye û dê ev pirsgirêk çareser bibin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin