PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Swêdê li ser daxwazên Tirkiyê yên bo rakirina astengiyên li pêş endamtiya NATO ya Swêd, nameyeke ku 14 mînakên gavên derbarê terorê de hatine avêtin ji Tirkiyê re şand.
Li gorî nûçeya Reutersê, Swêdê di nameyê de gavên ji aliyê wan ve hatine avêtin rêz kirine û nameya navborî jî 6ê Cotmehê bo Enqerê hatiye şandin.
Hat diyarkirin ku di nameyê de hatiye gotin, ew pabendî rêkeftina digel Fînlandayê re bi Tirkiyê re hatiye îmzekirin in û gavên hatine avêtin jî di wê çarçoveyê de ne.
Li aliyê din Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro ragihandiye ku ew amade ne bi serokwezîrê nû yê Swêdê re li ser wê mijarê hevdîtinê bikin û daye zanîn, heta daxwazên wan ên radestkirina kesên ji terorê ceza wergirtine neyê bicihkirin helwesta xwe ya bo endamtiya NATO ya wan welatan naguherînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin