PeyamaKurd - Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed ragihand ku biryara Dadgeha Federalî di mesleheta gelê Kurdistanê û Pêşmerge û hêzên herêmê de ye.
Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed bi daxuyaniyekê biryara îro ya Dadgeha Federalî ya li ser betalkirina yasaya Parlementoya Iraqê ya hilweşandina dengdana taybet a Herêma Kurdistanê nirxandinek kir.
Mehmûd Mihemed destnîşan kir: “Piştî gilî û lidûvçûnên me, nekarîn rewatî bi wê biryara hesûdiyê bidin û di encama lêkolîna Dadgeha Federalî de bi berjewendiya xelkê dilsoz ê Kurdistanê, Pêşmerge û hêzên navxweyî biryar derket, ku gilî û helwesta me jî li ser vê mijarê bû.”
Dadgeha Federalî ya Iraqê îro (21-06-2018) biryar da ku hilweşandina dengdana taybet, dengên awareyan û dengdana derveyî welat ku Parlementoya Iraqê biryara hilweşandinê dabû, neyasayî ye. Lê belê Dadgeha Federalî biryarên din ên Parlementoya Iraqê yên li ser hemwarkirina yasaya hilbijartinan weke yasayî bi nav kir, ku biryar hatibû dayîn deng bi destan werin cudakirin û dadger têkevin şûna endamên komîsyonê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin