Koreya Bakur roketek peyka sîxur hildigirt avêt!

Koreya Bakur roketek peyka sîxur hildigirt avêt!

PeyamaKurd – Koreya Bakur roketek ku peykê sîxur hildigirt ber bi başûr ve avêt.

Li gorî nûçeya "NK News"ê, malpera ku Koreya Bakur dişopîne, di daxuyaniya Sererkaniya Koreya Başûr (JCS) da hat destnîşankirin, Koreya Bakur roketek ku xuya ye peykê sîxur hilgirtiye avêtiye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku roket li gorî saeta herêmî di 10.42an de ber bi başûr ve hatiye avêtin.

Ewlehiya Peravê ya Japonyayê jî li ser ketina beşên rokêtê hişyarî da keştiyên li herêmê.

Pêngava îro ya rêveberiya Pyyonangê bû sêyemîn ji hewldanên avêtina satelayta sîxuriyê yên di 31ê Gulanê û 23ê Tebaxê de.

Koreya Bakur daxuyand ku peyk bi serketî ket orbitê

Li gorî nûçeya Yonhapê ku li ser bingeha Ajansa Nûçeyan a Navendî ya Koreya Bakur (KCNA) ya fermî ye, rayedarên Koreya Bakur di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kirin, peyka "Malligyong-1" bi awayekî serketî kete ortê.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, peyka ku avêtina wê "ji aliyê lîderê Koreya Bakur Kim Jong-un ve hat şopandin" wê li hemberî tevgerên leşkerî yên dijminane yên dijberên wî welatî kapasîteya amadekariya şer zêde bike.

Ji aliyê din ve di daxuyaniyê de hat gotin ku "Wê di demeke zû de satelaytên din bên avêtin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin