PeyamaKurd - Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê Bêgrd Talebanî ragihand, piştî sersalê gulên ku li Kurdistanê têne berhemanîn dikevin bazarê û êdî ji bo gulan pere nadin derve.
Wezîra Çandinê û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî, îro 21ê Kanûnê di civîneke rojnamevanî de eşkere kir: “Em dê piştî serê salê qonaxa yekê ya gulên berhemên Herêma Kurdistanê bixin bazaran”.
Talebanî diyar kir, “Êdî pereyê Herêma Kurdistanê ji bo kirîna gulan naçe derve û li navxwe dê girîngiyeka zêde bi van pirojeyan bê dayîn”.
Hêjayî gotinê ye, di 10 salên borî de zêdetirî 55 milyon û 400 hezar şitil, dar û gulên xwezayî ji Tirkiye, Îran, Holanda, Îtalya, Spanya, Kenya û çend welatên din hawirdeyî Herêma Kurdistanê hatine kirin. Lê berhemanîna gulan li gorî salên berê bi rêjeya 41% zêde bûye û kabîneya nehan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze bi rêya girîngîdana bi projeyên berhemanîna gulan li navxweya Herêma Kurdistanê, pêşîya hawirdekirina gulan a ji derve bigire.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin