PeyamaKurd – Li Şirnex û gundên wê bi operasyonekê girtin ser gelek malan û bi dehan kes hatin desteserkirin.
Li gor zanyariyan, polîs û cendirmeyan di saetên serê sibehê de li navenda Şirnexê û li gundên Avgamasya, Sirêrehlê û li xaniyên AFADê girtin ser gelek malan û bi dehan kes desteser kirin. Di malên ku bi ser de hatiye girtin de bi saetan lêgerîn kirin û rewşa awarte ya li gundan berdewam e.
Hat ragihandin, navên hinek kesên hatine desteserkirin wiha ne: “Nîhat Ustun, Saît Ustun, Abdurahman Yildiz, Salîh Ceylan, Haci Ustun, Halîd Gungen û Hacî Ustun.”
Herwiha hat eşkerekirin, kesên hatine desteserkirin birine Liq a Şirnexê. Tê payîn ku hejmara kesên desteserkirî zêdetir bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin