Otomobîlek li gundekî nêzîkî Çemçemalê hat bombebarankirin: 5 kes hatin kustin

Otomobîlek li gundekî nêzîkî Çemçemalê hat bombebarankirin: 5 kes hatin kustin

PeyamaKurd – Otomobîlek li gundekî nêzîkî Çemçemalê, ji aliyê du balafirên bêbalafirvan ên Tirkiyê hat bombebarankirin û di encamê de 5 kes hatin kuştin.

Li gor Rêveberê Nahiya Axcelerê Hêmin Behcet diyar kiriye, bi bihaneya ku çekdarên PKKê di otomobîlekê de hene, 2 balafirên bêbalafirvan ên Tirkiyê ew otomobîl li gundê Dûteqel ê li binarê çiyayê Xal Xalan bombebaran kirine.

Herwiha Rêveberê Nahiya Axcelerê daye zanîn, 5 kesên ku di otomobîlê de bûn, hatin kuştin.

Hat zanîn hêzên ewlehiyê û hêzên berevaniya şaristanî gihîştin wê herêmê, lê ji ber ku hîn ew balafir li asmanê herêmê difirin, nekarîn biçin cihê bûyerê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin