Rêberê Ukraynayê: Pêdiviya me bi balafirên ser ên modern heye!

Rêberê Ukraynayê: Pêdiviya me bi balafirên ser ên modern heye!

PeyamaKurd – Rêberê Ukraynayê Zelenskiy diyar kir, ji bo rawestandina êrîşên Rûsyayê hewcedariya wan bi balafirên şer ên modern heye.

Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy di peyama xwe ya vîdyoyê ya ku arasteyî raya giştî kir de diyar kir, êrîşên artêşa Rûsyayê didomin û hêzên Rûsyayê sibeha 27ê Sibatê bi balafirên bêmirov êrîşî xalên cuda yên Ukraynayê kirin.

Zelenskiy da zanîn, ji 14 balafirên bêbalfirvan, 11 jê hatin îmhakirin û hêzên berevaniya hewayî ya Ukraynayê bi awayekî herî bi bandor li dijî êrîşên hewayî, moşekî û bêbalafirvan ên Rûsyayê şer dikin, Zelenskiy destnîşan kir, balafirên şer ên modern ji bo kontrolkirina qada hewayî ya Ukraynayê bi temamî pêwîst in.

Volodymyr Zelenskiy bal kişand ser wê yekê ku ger balafirên şer ên pêşketî bên kirîn, ew dikarin bi bandortir pêşî li êrîşên Rûsyayê bigirin û wiha got: "Ji ber vê yekê jî pêwîstiya me bi balafirên şer ên modern heye da ku em karibin tevahiya herêma dewleta xwe ji terora Rûsyayê biparêzin. Di çarçoveya têkiliyên bi hevkaran re, dema ku tabûya balafirvaniyê rabe, em ê karibin bi tevahî ezman biparêzin."

Zelenskiy diyar kir, bi taybetî li Donetskê pevçûnên dijwar didomin û got, ew ji leşkerên Ukraynayê yên ku parastina Bahmut û bajarên din didomînin spasdar in.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin