Aloziyên li Hesekê: Rêberê êlê li dijî fitneyê bangewazî kir

Aloziyên li Hesekê: Rêberê êlê li dijî fitneyê bangewazî kir

PeyamaKurd - Li bajarê Hesekê di şeva 8ê Cotmehê de piştî merasîma bilindkirina alayê ya li "Qada Aştiyê", aloziyeke mezin çêbû.

Li gorî zanyariyên herêmî, piştî ku hejmarek kesan tabloya danasînê ya qadê ya bi çend zimanan û kamerayên çavdêriyê şikandin, êrîşî Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin û dirûşmên li dijî Kurdan berz kirin.

Piştî vê bûyerê bertekên tund çêbûn û xelkê Kurd jî ew kiryar protesto kirin.

Di bersivê de, komek ji ciwanên Kurd li hemberî xwepêşandanên niştecihên taxa Xiwêranê daketin kolanan.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo pêşîgirtina li rûbirûbûnê gule bi hewayê de berdan û di encamê de hejmarek welatî birîndar bûn.

Piştî van geşedanan Serokê Encûmena Êla Tey Hesen Tayî bang li hemû pêkhateyan kir ku li dijî hewldanên derxistina fitneyê hişyar bin.

Tayî tekez kir ku parastina aramiya civakî erkê her kesî ye û got: "Xwepêşandan mafekî demokratîk e, lê belê nabe ku ev yek bibe sedema rûbirûbûna Kurd û Ereban li hemberî hev. Ev karekî pir xeternak e, bi taybetî di vê demê de ku medyaya civakî bûye qada geşkirina aloziyan."

Tayî bang li rûspî û rewşenbîran kir ku xwedî li pirrengiya Cizîrê derkevin.