PeyamaKurd - Fermandariya Navendî ya Artêşa DYAyê (CENTCOM) ragihand ku li Deryaya Sor, sê belem û du moşekên Kiroz ên dijekeştî û droneke Hûsiyan, ji aliyê hêzên wan ve hatine têkbirin. CENTCOMê da zanîn ku ev şêlên Hûsiyan ku hatine têkbirin ji bo êrişê di amadekariyan de bûne û ji ber wê yekê hatine têkbirin.
CENTCOMê herwiha teqez kir ku hemû gefên êrişên çekdarî yên li ser keştiyên bazirganî, dikevin şêla hêzên DYAyê.
Hûsiyên girêdayî rejîma Îranê ku beşeke mezin a Yemenê kontrol dikin, hefteya borî hişyarî dabû berpirsên hemû keştiyên ku di Deryaya Sor de çûnûhatê dikin ku barên Îsraîlê hilnegirin.
Hûsiyan her wiha gefê li DYA û Brîtanyayê xwaribû ku eger ew êrişên xwe yên li dijî hêzên wan ranewestînin, ew ê êrişî keştiyên wan bikin.
Hûsiyan her wiha vê gefê jî xwaribûn ku ew ê ji niha pê ve li dijî keştiyên ku dijmin têne dîtin, bi keştiyên binderyayî jî êrişan pêk bînin.
Hûsiyên Yemenê di 19ê Mijdara sala borî de ragihandibûn ku di şerê Îsraîl û Hemasê yê Xezzeyê de ji bo piştgiriya Hemasê wê li Deryaya Sor û Deryaya Ereb, ew ê li dijî keştiyên baziraganiyê yên bi Îsraîlê re pêwend in dest bi êrişan bikin.
Piştî vê daxuyaniyê û çend êrişên Hûsiyan, DYA û Brîtanyayê li Rojhilata Navîn û Deryaya Sor ji 12ê Çileya îsal ve li dijî baregeh û bingehên lojistîk ên Hûsiyan êrişan pêk anîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin