Îtalya: Hinardeya dexil û dan, xwedî girîngiya jiyanî ye

Îtalya: Hinardeya dexil û dan, xwedî girîngiya jiyanî ye

PeyamaKurd- Serokwezîra Îtalyayê Giorgiya Meloni, li ser hinardeya dexil û danê Ukraynayê axivî û diyar kir ku dewamkirina hinardeyê, ji bo civaka navneteweyî, xwedî girîngiyeke jiyanî ye.

Giorgia Meloni, di rûniştina bi mijarên xurek, enerjî û ewlehiyê ya Lûtkeya G20ê de axivî û bal kişand ser hinardeya dexil û danê Ukraynayê ku li qada cîhanê tê belavkirin. Melonî da zanîn ku ji bo peyman dewam bike, ew ê piştgiriya civaka navneteweyî bikin.

Meloni di dewama axaftina xwe de got ku

“Dema Endonezyayê serokatiya serdemê ya G20ê hilgirtibû, ne pêkan bû ku em pêşbîniya şerê navbera Rusya û Ukraynayê bikin û bandorên rûxandêr ên vî şerî yên li ser aboriyê ya li ser pergala cîhanê, bikin.

Şerê li Ukraynayê, qeyrana enerjiyê ya gerdûnî giran kir. Lê belê di encamê de ji serê milenyumê heta niha, di nav polîtîkaya enerjiyê de û di têkiliyên navbera welatên hilberîner de gelek xeletiyên ku dihatin kirin, zelaltir kir.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin