Segers: Êrîs were Tirkiyê divê em berevanî nekin

Segers: Êrîs were Tirkiyê divê em berevanî nekin

PeyamaKurd- Serokê partiya Xîrîstiyan ya Hollandayê Gert-Jan Segers ku yek ji endamê koalisyona rêvebiriyê ye, got ku êrîş were ser Tirkiyê, ji dewleta xwe xwest ku piştgiriya Tirkiyê nekin. Hollanda û Tirkiye her dû jî endamên NATO yê ne.

Li gor rojnama De Telegraafê; serokê Partiya Xîrîstiyan ya Hollandayê naxwaze ku NATO piştevaniya Tirkiyê bike. Hetta bi sedema siyaseta ku Tirkiye dimeşîne, divê Hollanda bertek nîşan bide û Yekîtiya Awrûpa jî muzakereyên bi Tirkiyê re bide rawestandin. Segers dibêje di dema ku şerê Sûriye destpêkir, NATO fuzeyên Patriotan şandiye Tirkiyê lê niha halê herêmê guheriye.

Segers dibêje ku Tirkiye li herêmê bûye êrîşker û bi operasyona ser Efrînê, sînorê xwe derbas kiriye. Hetta eger dewleteka dinê êrîş bike ser Tirkiyê, di çarçoveya xala 5 ya NATO yê de, divê bersiva neyînî bo Tirkiyê bê dayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin