PeyamaKurd - Serokê Erka Darazê yê Îranê Sadik Laricanî ragihand ku ew dê di salvegera 40emîn a şoreşa Îranê de ji bo 50 hezar mehkûmên di girtîgehên Îranê de efûyê derxin.
Laricanî li Tehranê got ku wan daxwaza efûya giştî gihandiye rêberê olî yê Îranê Elî Xamaney û wî jî bi erênî pêşwazî kiriye.
Li gor Laricanî li Îranê ti mehkûmekî siyasî nîne û dereweke mezin e ku hin kes ji ber rexnekirinê hatibin girtin.
Li gor destûra Îranê madeya 110an mafê erka Xamaney a derxistina efûyê heye û bi taybet li rojên cejnan û salvegera şoreşa Îranê de ew erk tê bikaranîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin