Mesrûr Barzanî û parezgarê Silêmaniye ji bo korona pêwendî danîn

Mesrûr Barzanî û parezgarê Silêmaniye ji bo korona pêwendî danîn

Mesrûr Barzanî û parezgarê Silêmaniye ji bo korona pêwendî danî

PeyamaKurd – Ji bo rewşa  tenduristî ya bajarê Silêmaniyê û tedbîrên xweparastinê agahî sitend û ji ber zêdebûna hejmara nexweşên korona yê li bajarê Silêmaniyê xemgîniya xwe derbirî.

Roja pêncşemê, 18.06.2020an di pêwendiyeke telefonî de digel parêzgarê Silêmaniyê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rewşa tenduristiya Silêmaniyê pirsî û daxwaza pabendbûn bi tedbîrên xweparastinê û rênimayîyên tendirustiyê kir.

Barzanî, hevxemiya xwe digel malbatên qurbaniyên Koronayê nîşan da, sersaxî li wan kir. Herwiha biryar da, 2 milyar dînarên din ji bo alîkarîkirina Koronayê de parêzgehên Silêmanî û Helebce û Îdareyên Germiyan û Raperîn bê xerckirin.

Herwiha Serokwezîr Barzanî ji bilî nîşandana dilgiraniya xwe, tekez jî kir, take rê ji bo derbaskirina vê rewşê û kontrolkirina vê pandemiyê, pabendbûn bi tedbîrên xweparastinê û rênmayîyên tendirustiyê di destê dezgehên hikûmetê û welatiyan de ye. Her di wê pêwendiyê de, Barzanî tekez kir ku hikumetê hemû karînên xwe ji bo dabînkirina debara jiyan û parastina tendirustiya welatiyan kiriye û tekez kir, ne dibû ev babet bi nakokiyên siyasî bihata têkel kirin.

Hêvî kir ku bi alîkarî û yekrêziya hemû aliyan, bi taybetî piştevaniya aliyên beşdarbûyên hikumetê, vê qonaxa zehmet derbas bikin.

Herwiha parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir jî spasiya piştevanî û piştgiriya Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê kir.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin