PeyamaKurd-Li Rojavayê Kurdistanê, li bajarokê Eyn Îsa bombe hat teqandin. Li gorî agahiyên destpêkê, bombe bi ser Hêzên Sûriya Demokratîk HSDê ve hatiye teqandin û kuştî û birîndar hene.
Li gorî agahiyên hatine parvekirin, vê sibehê li Gundê Heyşe ya nêzî bajarokê Eyn Îsa teqîn çêbûye. Teqîn di dema derbasbûna otomobîlên HSDê de çêbûye û herî kêm 2 çekdarên HSDê hatine kuştîn. Digel 2 kuştiyan, 3 çekdarên HSDê jî birîndar in. Di derbarê teqînê de heta vê kêliyê daxuyaniyek ji aliyê HSDê ve nehatiye dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin