PeyamaKurd - Berpirsê Meclîsa Leşkerî ya Babê Cemal Ebu Cime'e ku girêdayî Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) ye ragihand ku ji ber êrîşên rojane têne kirin wan hêzên xwe li eniyên pêş ên Babê li hember artêşa Tirkiyê û çekdarên alîgirên wê xurt kirine.
Li gorî fermandarê HSDê ew li bajarokê Babê li devera Irêmê nêzîkî enîyên şer in ku enîya pêş ji gundê Rîyalan destpê dike û heya digihe Cêbê.
Li gor nûçeya K24ê Cime’e diyar kir, li Mexzûn a devera sînorî Hêzên Encûmena Serbazî û Hêza Parastina sînor lê hene bi hevahengî ligel polîsên Rusî bi berdewam êrîşan li ser wan gundan dikin û wiha pê de çû:
“Hinek rojan jî şer li tevahîya enîyan di navbera me û artêşa Tirkiyê û Çekdarê ser bi wê ve rû dide, li vê derê navenda Rusî heye, gerên çavdêrîyê jî bi berdewamî û rojane bi erkên xwe radibin.”
Herwiha li gor şervanên HSDê çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê ku Tirkiye piştevanîya wan dike, carna guleyan davêjin aliyê wan û ew jî bersiva wan didin û car caran şer rû dide.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin