Berdevka Karên Derve yên Amerîkayê Heather Nauert di derbarê Minbicê de daxuyaniyek nû da û got: Em ji Minbicê dernakevin û me ji Tirkiyê re jî got ku mafê me heye ku em xwe û şirîkên xwe biparêzin. Heta dibe ku em û YPG bi hev re xwe biparêzin.
Nauert li ser pirseke ku dibêje qey we û Tirkiyê li hev nekir? Wiha got: Me berî niha got hevdîtinên me didomin, lêbelê hê me li ser ti esasî li hev nekiriye. Em dixwazin ku herêm aram bibe û şîddet bisekine. Ji vê yekê hinek tirsên me hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin