PeyamaKurd – Piştî lihevkirina li ser avakirina herêma ewle li ser sînorên Rojavayê Kurdistanê Amerîka-Tirkiye û HSD aliyên wê ne, dewriyeyên hevbeş ên Amerîka û Meclîsa Leşkerî ya Serêkaniyê dest pê kirin. Ajansa Hawar ANHA ku li Rojavayê Kurdistanê nêzî rêveberiya xweser e wêneyên yekem dewriyeya Amerîka û Meclîsa Leşkerî belav kir.
Hat zanîn ku tîma leşkerî ya Hevpeymana Navdewletî ji baregeha gundê Til Erqemê derket û ligel 4 panzerên Amerîkî û 3 wesayîtên Meclîsa Leşkerî ya Serêkaniyê li gundê Ebû Cerade û xeta sînor ya Serêkaniyê dewriye avêtin.
Çavkaniyên herêmê dane zanîn ku karwana hêzên dewriyeyê bi awayekî çalak tevî leşkerên Amerîkî û Meclîsa Leşkerî ji ser gundên Xirbet benat, Til Xenzîr û Mebrûkê derbas bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin