PeyamaKurd – Nûnera Netewên Yekbûyî ya karûbarên Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert Roja 31.01.2021ê li Tehranê li gel şêwirmendê rêberê bilind ê Îranê Elî Xamineyî yê karûbarên navdewletî Elî Ekber Welayetî civiya û bandora Îranê ya li ser siyaset û rêveberiya Iraqê mukir hat.
Li gor zanyariyan, di civînê de Jeanine Hennis-Plasschaert û Elî Ekber Welayetî guftûgo derbarê rewşa Iraq û hilbijartinên Parlamentoya Iraqê yên biryare roja 10.10.2021ê birêve biçin kirin.
Rêberê sune yê Iraqê Mîşan Cibûrî jî li ser vê yekê ji Sumeriye News re da zanîn, serdana Jeanine Hennis-Plasschaert bo Tehranê îspat dike ku di qada milmilaneya Iraqê û welatên din de cîhê Îranê jî di berjewendiyên Iraqê de heye.
Mîşan Cibûrî destnîşan kir, berê jî wan dizanî Iraq xwedî serwerî nîne û ji aliyê Iraqiyan ve birêve naçe, lê wê serdana Jeanine Hennis-Plasschaert tê wê wateyê ku mukirhatina Netewên Yekbûyî ye ya li ser rol û bandora Îranê ya li Iraqê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin