Bi daxuyaniyekê derketina hemû hêzên çekdar ji Sengalê hat pistrastkirin

Bi daxuyaniyekê derketina hemû hêzên çekdar ji Sengalê hat pistrastkirin

PeyamaKurd – Li Şengalê, hemû hêz û komên çekdar baregehên xwe vala kirin û derketin.

Li gor daxuyaniya Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê, hemû kom û hêzên çekdar, ji navenda Şengalê derketine.

Berdevkê Operasyonên Hevbeş Lîwa Tehsîn Xefacî ji medyaya Iraqê re diyar kir, derketina hêzên çekdar ji Şengalê, li gor rêkeftina di navbera Hikûmeta Bexda û Hewlêrê de ye. Niha ti komên çekdar li Şengalê nemane.

Herwiha Berdevkê Operasyonên Hevbeş destnîşan kir, derketina hemû hêzên çekdar ên ser bi PKKê ve ji Şengalê, bi guftûgoyê bû.

Xefacî da zanîn, hevahengiyeke hevbeş di navbera hêzên hevbeş ên Iraqê û hêzên Pêşmerge de heye, ji bo aramî li wê herêmê bi cih bibe.

Herwiha Xefacî diyar kir, polîsa xwecihî li qezaya Şengalê bi erkê xwe radibin. Polîsa Federalî û Pasewanên Sînor jî, erkê wan parastin û dabînkirina ewlekariya sînorê bi Sûriyê re ye

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin