PeyamaKurd - Bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl, îro li paytext Hewlêrê merasîmeke fermî te lidarxistin û bi fermî dawîhatina proseya yekxistina Hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê te ragihandin.
Di vê merasîma dîrokî de pêngavên sereke û dawîn ên jinûverêxistina hêzan hatin aşkerekirin û hate destnîşankirin ku Herêma Kurdistanê bûye xwediyê artêşeke yekgirtî û serdemiyane.
Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl di daxuyaniya xwe de da xuyakirin ku Yekîneya 70 û Yekîneya 80 bi tevahî di bin sîwana Wezareta Pêşmerge de hatine yekxistin û diyar kir ku ev serkeftin berhema xebateke demdirêj û piştevaniya Hevpeymanan e.
Li gorî plana nû, artêşa yekgirtî ya Pêşmerge ji 2 Fermandariyên Deverî, 11 fîrqe û lîwayên peyade pêk tê ku ev yekgirtin di çarçoveya Yadaştnameya Hevtêgihîştinê ya bi Pentagonê re hatiye pêkanîn.