DAISê li Xurmatûyê 3 çekdarên Hesdê kustin

DAISê li Xurmatûyê 3 çekdarên Hesdê kustin

PeyamaKurd - Li herêmên Kurdistanî şerê di navbera komên Şiî û DAIŞê tund dibe û DAIŞê 3 çekdarên Heşdî Şebiyê kuştin.

Hêzên Iraqî îri li herêma Xerreya Amirliyê û derdora Xurmatûyê li dijî şaneyên DAIŞê operasyoneke berfireh dan destpêkirin.

Berdevkê Heşdî Şabiyê li Xurmatûyê Elî Haşimî ragihand ku xwekujekî DAIŞê li herêma Xerreyê xwe bi hêzên Iraqî û Heşda Şebiyê de teqandiye.

Elî Haşimî diyar kir ku di êrişê de 3 çekdarên Heşdî Şebiyê hatine kuştin û ji polês esker û çekdarên din 11 kes jî birîndar bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin