NY: 14 TIR alîkarîyê gihîstin Xezeyê

NY: 14 TIR alîkarîyê gihîstin Xezeyê

PeyamaKurd – Şerê Hamas û Îsraîlê di roja xwe ya 20emîn de dewam dike û tekane deriyê sînorî yê vekirî bo Xezeyê Deriyê Refah ê Misrê ye.

Hate ragihandin ku îro 26ê Cotmehê bi rêya Neteweyên Yekbûyî (NY) 14 barhilgirên alîkariyên mirovê ji ser deriyê Refahê derbasî Şerîda Xezeyê bûn.

Cîgirê Sekreterê Giştî yê NY yê ji alîkariyên mirovî berpirs Martin Griffiths, li ser medya civakî derbarê alîkariyên mirovî yên Xezeyê de daxuyanî da.

Griffiths eşkere kir, bi hevkariya Heyva Sor û NY 14 TIR alîkarî derbasî nav Xezeyê bûn û got, "Ev ji bo milyonan mirovên pêdiviya wan bi alîkariya bilez heye, tenê hêviyeke piçûk e.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin