PeyamaKurd – Komandayê Deryayî yê berê di artêşa Amerîkayê de, Robert J. O’Neill ku beriya niha gotibû, serokê El Qaîde bi destê wî hatiye kuştin, li eyaleta Teksasê hate binçavkirin.
Li gorî nûçe The New York Postê O’Neill ê 47 salî, 23yê Tebaxê roja Sêşemê li devera Friscoyê hatiye binçavkirin. Hatiye diyarkirin ku O’Neill bi sedema ku serxweş bûye û ziyan gihandiye derdorê hatiye binçavkirin û piştre jî kefaleta 3 hezar û 500 dolaran hatiye berdan.
O’Neillê ku endamê tîma Seal 6 ya operasyonê bû, sala 2016an jî ji ber ku bi alkol otomobîl bikar anîbû hatibû binçavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin