PeyamaKurd - Herçiqas Lahor Şêx Cengiyê biraziyê Celal Talebanî digel Heşdî Şebiyê tifaq kiribe û Kerkûk teslîmî wan kiribe jî ew jê nerazî ne û radigihînin ku "Divê zimanê Lahor were jêkirin."
Gotebêjê milîsên Heşdî Şebî li Xurmatûyê Elî Haşimî der barê Lahor Şêx Cengî de rexneyên tund kirin û gefên dijwar lê xwarin.
Elî Haşimî ji bo gotinên Lahor ên der heqê Waliyê nû yê Kerkûkê de got: "Gotinên Lahor der heqê Waliyê Kerkûkê de zimandirêjî ye û divê zimanê zimandirêjan jî were jêkirin."
Wek tê zanîn Lahor digel milîsên Şiî hevkarî kiribû û di îxaneta Kerkûkê de rola serekî lîstibû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin