PeyamaKurd - Encûmena Giştî ya Yekîtiya Êlên Kurdî ya Cizîrê, bi boneya cejna Newrozê daxuyaniyeke hevpar belav kir û kiryarên tundûtûjî û bêrêziya li dijî sembolên neteweyî yên ku di pîrozbahiyan de rû dane, bi tundî şermezar kir.
Yekîtiyê di daxuyaniyê de bal kişand ser wê yekê ku Newroz ne tenê şahî, belku mafekî çandî û neteweyî yê girîng e û sembola azadiyê ye. Lê belê, mixabin di nava pîrozbahiyan de hin tevgerên "dûrî şaristaniyê" wekî gulebarandin, daxistina alên neteweyî, êrîşkirina ser sivîlan û şewitandina alên Kurdî derketin holê, ku ev kiryar bi ti awayî nayên qebûlkirin.
‘Sûriye bi aqil û exlaqê resen tê birêvebirin, ne bi bertek û fitneyê’
Yekîtiya Êlên Kurdî di daxuyaniya xwe de tekez kir ku nabe Sûriye bi mentiqê "bertek nîşandanê" were birêvebirin û divê dewlet bi aqilê siyasî û civakî tevbigere. Herwiha bi bîr xistin ku ew wekî êlên Kurd bi exlaqên xwe yên resen ve girêdayî ne û bang li saziyên ewlehiyê kirin erkê xwe yê parastina sivîlan bi cih bînin û rê nedin wan kesên ku dixwazin fitneyê bixin navbera pêkhateyên Sûriyeyê.
Di dawiyê de, bang li rêveber û rûsipiyan hat kirin ku ji bo çareserkirina krîzan û dabînkirina aramiya herêmê rola xwe ya aştiyane bilîzin û li ser bingeha nirxên civakî yên hevpar li hevdu kom bibin.