HRWê daxwaza çareserkirina kêseya avê û dawîanîna bikaranîna tundîyê li Îranê kir

HRWê daxwaza çareserkirina kêseya avê û dawîanîna bikaranîna tundîyê li Îranê kir

PeyamaKurd - Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) ragihand ku hêzên desthilatdariye Îranê li dijî xwepêşanderên Xozistanê hêz bi kar anîne û ji ber vê yekê 3 kesên ji xwepêşanderan hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne û daxwaza bidawîanîna tundiya li dijî xwepêşanderan kir.

Human Rights Watch (HRW) di rapora xwe de ragihand ku desthilatdarên Îranê li dijî xwepêşanderên parêzgeha Xozistanê hêz bi kar anîne, ku ji bo nîşandana nerazîbûna xwe derketibûn kolanan.

HRWê ji Tehranê daxwaz kir ku lêkolînên şefaf li ser kuştina 3 xwepêşanderan bike û kêşeya bêavî ya wê parêzgehê jî çareser bike.

Di 15ê Tîrmehê ve ji ber tunebûna ava vexwarinê, li parêzgeha Xozistan a Îranê xwepêşandan berdewam dikin û heta niha 3 kes di xwepêşandanan de hatin kuştin û bi dehan kes jî hatine binçavkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin