PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Sêşemê pêşwazî li Balyozê Rûsyayê yê li Iraqê Maxim Maximov kir.
Piştî civînê hat ragihandin ku herdu aliyan peywendiyên Rûsya û Herêma Kurdistamê û rewşa Iraq û herêmê gotûbêj kirin û tekezî li pêşvebirin û bihêzkirina zêdetir a peywendiyan û bi taybetî veberhênan û danûstandinên bazirganî yên navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê hat kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bal kişand ser kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê û destnîşan kir, nabe mijara mûçe û heqên darayî yên Herêmê, bibe karteke zextê ji bo sizakirina xelkê Kurdistanê.
Serokwezîr Barzanî herwiha eşkere kir ku Herêma Kurdistanê her dem amade ye ji bo çareserkirina kêşeyan bi rêya gotûbêjan û li ser bingeha destûrê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî girîngiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê anî ziman û got ku ew rêkeftin ji bo asayîkirina rewşa deverê, avadankirin û vegera koçberan gelekî girîng e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin