Koçberekî Kubayî bû Wezîrê Asayîsa Navxwe ya Amerîkayê

Koçberekî Kubayî bû Wezîrê Asayîsa Navxwe ya Amerîkayê

PeyamaKurd – Senatoya Amerîkayê, namzedê Serokê Amerîkayê Joe Biden bo Wezareta Asayişa Navxwe Alejandro Mayorkas, pesend kir û Mayorkas dest bi kar bû.

Alejandro Mayorkas bi eslê xwe xelkê Kubayê ye ku li Encûmena Pîran wezîrtiya wî hat pesendkirin.

Mayorkas dibe yekemîn Amerîkiyê Latînî û yekemîn koçberê di dîroka Amerîkayê de dibe Wezîrê Asayişa Navxwe ya Amerîkayê.

Hat ragihandin ku posta wezîrtiyê ya Mayorkas bi dengê piraniya Demokrat û Komariyên Encûmena Pîran hatiye pesendkirin ku ev jî rê dide tîma Biden ku siyaseta xwe ya taybet a ji bo koçber û penaberan bibe serî.

Bi pesendkirina wezîrtiya Mayorkas re, nêzî 11 milyon koçberên li Amerîkayê hêvî dikin, welatîbûna Amerîkayê bistînin.

Hêjayî gotinê ye, rêveberiya Trump tedbîrên tund li hemberî koçberan wergirtibûn ku niha Joe Biden wê siyasetê diguherîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin