Li Helebceyê ‘Heftebazara’ berhemên çandiniyê tê vekirin

Li Helebceyê ‘Heftebazara’ berhemên çandiniyê tê vekirin

PeyamaKurd – Li bajarê Helebce yê Herêma Kurdistanê, ji bo firotina berhemên xwemalî heftebazara çandiniyê tê vekirin.

Hefte bazara Helebceyê, bi dirûşma ‘Heftebazara çandiniyê derfeteke ji bo bazarkirina berhemên çandiniyê’ wê bê vekirin ku niha ji bo wê amadekarî hatine kirin.

Berpirsê beşa rênmayiyên çandiniyê li rêveberiya giştî ya çandiniya Helebceyê Seidî Xefûr îro 28ê Tîrmehê derbarê mijarê de civîneke rojnamevanî li dar xist û got: “Roja şemiyê 30.07.2022yê bi çavdêriya wezîrê çandinî û çavkaniyên avê yê Herêma Kurdistanê, yekem heftebazara çandiniyê li Helebcê em ê vekin, ku dê ew heftebazar ji niha û pê de di heftiyekî de du rojan vekirî û berdewam be.”

Hat diyarkirin ku armanca vekirina wê heftebazarê çêkirina bazarê ji bo cotkaran e da ku bikarin berhemên navxweyî bi awayekî rasterast bigihînin destê kiryaran û kiryar jî rasterast ji cotkaran bixwe wan berheman bistînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin