PeyamaKurd - Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 12ê Hezîranê bi seroktiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîrê Qubad Talebanî civiya.
Piştî civînê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, “Di xala yekem a civînê de, encamên serdana vê dawiyê ya şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û nûnerên kompanyayên petrolê bo Bexdayê û civîna ligel Wezareta Petrola Iraqê, li ser pirsa destpêkirina hinardekirina petrolê, ji aliyê Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm ve hatin pêşkêşkirin.”
Divê rêkar mekanîzmeya çareserkirina hinardekirina petrolê bê danîn
Hate diyarkirin, Sekreterê Encûmena Wezîran behsa rêkarên destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û hûrgiliyên danûstandinên vê dawiyê yên di navbera her du hikûmetan û kompaniyên petrolê de kir û bal kişand ser, di civînan de şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekezî li ser wê yekê kiriye ku pêwîst e di zûtirîn demê de rêkar û mekanîzma çareserkirina hemû asteng û berbestên li ber destpêkirina hinardekirina petrolê bi rêya SOMO bên danîn û dahata firotina petrolê ji bo xezîneya Iraqê were vegerandin ji bo xizmetkirina xerciyan, da ku êdî xezîneya Iraqê û Herêma Kurdistanê zirarê nebînin.
Hate gotin ku ev daxwaza Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hkûmeta federal û kompanyayên petrolê ye û di civînên li Bexdayê de amadebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hêsankirina her karekî di vî warî de nîşan hatiye nîşandan.
Hikûmeta Kurdistanê dixwaze di zûtirin demê de bigihe rêkeftina dawî
Herwiha amadehiya Hikûmeta Herêmê ji bo her hêsankariyekê nîşan da, ji bo bi berçavgirtina binema û desthilatên destûrî û berjewendiya giştî ya hevbeş, civîn di vê çarçoveyê de berdewam bin.
Encûmena Wezîran hewlên Tîma Danustandinan bilind nirxand û tekezî li ser wê yekê kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê nabe asteng li ber destpêkirina hinardekirina petrolê û dixwaze di zûtirîn dem de bigihe rêkeftina dawî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin