PeyamaKurd – Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku di encama şerê Hêzên Çekdarên Tirkiyê (TSK), cerdevanan û PKKê de li navçeya Dihê ya bajarê Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê cerdevanek û 3 PKKyî can dane.
Wezaretê herwiha ragihand ku di encama şer û pevçûnan de cerdevanek bi xedarî û yek jî bi sivikî birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku operasyonên li herêmê berdewam dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin