PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Recep Tayyip Erdogan îro piştî nimêja înê li Stenbolê ji rojnamevanan re axivî.
Erdogan li ser encamên hilbijartinên Stenbolê ku hîn nehatine zelalkirin got, “Proseya hilbijartinê bidawî bûye, proseya dadgehê berdewam dike. Petron YSK ye. Biryara dawî ew dide.”
Erdogan li ser îtirazên AKPê jî diyar kir, “Mafê me heye. Ev ne destdanîna ser mafekî ye, berevajî wê ev xebatek ji bo hilbijêran ku bêjin, ‘dilê me rihet bû’ ye.”
#SONDAKİKA Cumhurbaşkanı Erdoğan: Cumhur İttifakı ilçelerin yüzde 70'ini aldı. Oyumuz yüzde 53,3'tür https://t.co/UEdhkytCXc pic.twitter.com/Z1d9Xd597g
— Habertürk (@Haberturk) April 5, 2019
STENBOL - ‘NIKARIN BUDÇEYÊ DERXIN’
Serokomarê Tirkiyê bi gotina xwe ya ku ew li 15 bajarên mezin bi ser ketine qebûl kir ku li Stenbolê partiya wî têk çûye û wiha axivî:
“Li Stenbolê endamên meclîsê yên me 40-50 kes zêdetir in ji wan. Heger piranî di destê serok de tunebe, nikare komisyonan ava bike û budçeyê derxe.”
‘DIVÊ HER KES HEDÊ XWE BIZANE’
Erdogan li ser daxuyaniyên Amerîka û Ewropayê yên derbarê hilbijartinên Tirkiyê de jî gef xwar û got, “Divê Amerîka û Ewropa bizane ku nabe xwe tevî karê me yê navxweyî bikin. Hûn hedê xwe bizanin. We li welatê xwe îtiraza vê kiriye. Divê her kes hedê xwe bizane. Li Tirkiyê bi beşdariya rêjeya 83%î ya hilbijartinan dersa demokrasiyê hatiye dayîn.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin