PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Serokê Ukrayna Volodimir Zelenskiy, îro 25ê Tebaxê li paytexta Ukrayna Kîevê civiyan.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyeyê, di civînê de rê û rêbazên vegerandina Peymana Korîdora Zad a bi ser Derya Reş de hatiye gotûbêjkirin.
Herwiha hate diyarkirin ku pêwendiyên dualî yên navbera Tirkiye û Ukraynayê di hevdîtinê de hatine axaftin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin