Bild: Gelo pistî Prîgojîn dor tê Kadîrov?

Bild: Gelo pistî Prîgojîn dor tê Kadîrov?

PeyamaKurd – Piştî ku serok û damezrînerê Koma Wagner a leşkerên kirêkirî ya Rûsî Yevgeniy Prigojin, di qezaya balafirê de mir yan jî hate kuştin, niha jî nîqaş li ser hebûna serokê leşkerên Çeçenî Ramazan Kadîrov têne kirin.

Li gorî Rojnameya Bild a Almanî, piştî kuştina Prigojin dor tê Kadîrov ku ji bo Rûsyayê niha li Ukraynayê jî şer dike.

Rojnameyê diyar kiriye, Prigojin hiştiye ku di burokrasiya ewlehiya Rûsyayê de cudabûn çêbibin û bandora wî li ser siyasetê çêbûye. Dibe ku ev cudabûn, bi tasfîyekirina Kadîrov encam bide.

Hatiye gotin ku Kadîrov jî niha bi hêza ku bi dest xistiye ji bo sîstema rûsî gefê çêdike, loma jî dibe ku were tunekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin